Kurd: Ewropîbûn yan Rojhilatbûn
Berî çend rojan, ez li panêlekê li ser peywendîyên Amerîka û Tirkiyê, vêre li Washington amade bûm, … Jimareke ekadîmîyên Tirik axiftin. Doza Kurd li Tirkiyê gelek ji demê panêlê giritibû…
Tiştê dilê min xweş kirî ew bû, wan baş doza Kurdî fîm kiriye. Û bi rastî jî eger yek ji me pêdaçonek hûr diket, dê bi heazaran nivîskar, rojnamevan, hunermand û ekadîmîyên dî bibînit, wek van 3 akadîmîyên li binyadê Brookings axiftîn, doza Kurdan rast têgehiştina…
Lê mixabin, ez bibêjim mixabin û hîvîdarim dîtina min ne rast be, “min hest dikir, her carekê yek ji wan ciwamêran rexne li hikumetên Tirkiyê digirt ji ber reftarê wan yê xirab digel Kurdan, yan wan behsê mafên sîyasî yê Kurdan dikir, hinek ji amadebûyên piranîya wan Tirik bûn, Girhê li enîya wan çêdibû!!!”
Lewan, bi rastî ez dixwazim vê peyamê kurt bigehînim Kurdên Bakur, li her astekî yan di her çînekî de bin, sîyasî yan civakî:
Çawa hikumeta Tirkiyê karî diket, mafên Kurdan berteng biket di mafên keltûrî û zimanî de, divê hûn xebatek hember bikin û gelê Tirik têbigehînin ku tenahîya wan qet liser hisêba derdên we Kurdan nabe.
Eger yek ji min re behsê dijatîya Kurdan ji alîyê partîyên sîyasî Tirkiyê ve bike, ez nimûneya Kurdên Îraqê li bîrî tînim. Berî 5-6 salan we dît AKPê Partîya Dad û Pêşvebirinê ya Serekwezîr Erdogan çend bêhin teng bû li hember wan, û niha, jiber berjewendîya ew çend doste?
Evca van 2 rastîyan ji bîr nekin:
Ew xelk partîyan digehînin ser desthelatê û partî li gora berjewendîyan karî dikin û li gor wan amadey gûhertina helwîstane.
Rastîya diwê eve, şere dahatî yê Tirkiyê dê di nêvbera 2 berokan de bit (Ne berokê Tirk û Kurdan) lê berokê Ewropîbûn û Rojhilatbûnê. Erê tu Kurdê bakur dê bikevî kîj wan berokî?
Ev babet pişkek bû ji Bernama TV Lihevgihandina Kurdan jimare 33. Vaye link, hun dikarin li barnamê temaşa bikin.
http://www.youtube.com/watch?v=5i17MUoQ1tk&list=UUqSWDZhHebyjQCn9kM9mJSg&index=1