Ji demê xwenîşandan û nerazîbûna li dijî hikûmeta Sûrîye destpêkirîn li 15 meha 3 Avdarê, çavdêr li benda helwêstekê rohin û eşkere bûn ji rêveberîya Serok Barak Obama. Li 8 meha 4 Nîsanê Serok Obama daxuyanîyek da û got,
Ew tundûtûjîyên hovane yên hikûmeta Sûrîye li dijî xwenîşandanên bi aştî şermezar dike û daxwaz kir girtina heremekî û zordar ya xelkî û eşkencedan zîndanîyan rawestîne. Serok Obama got, tundûtûjî û girtin ne bersiv in jibo zulim û zordarîya liser gelê Sûrî. Demê hindê hatîye hikûmeta Sûrî tepeserkirina hevwelatîyên xwe rawestîne û gûhê xwe bide dengê gelê Sûrî yê daxwaza reformên sîyasî û aborî yên rast dike.
Dirêjahîya daxuyanîya Serok Obama bi Kurdî:
Ji bo daxuyanîya Serok Obama bi Îngilîzî bixwînin, dikarin seredana malperê Seraya Spî bikin:
http://www.whitehouse.gov/the-press-office/2011/04/08/statement-president-violence-syria
Piştî vê daxuyanîya Serok Obama, xwenîşandan li çendîn bajarên Sûrîye her berdewam bûn û tundûtûjî ranewestîyan. Komelên mafên mirovan radigihînin ku nêzîkî 180 kes hatine kuştin. Lê li bajarên Kurdan xwenîşandan bi aştî derbas dibûn û çendîn alîyan daxwaz kirîye berdewamî bi wan bête dan.
Hoşeng Biroka, nivîskarê Kurdê Sûrîya bawer dike ku helwêstê hikûmeta Amerîkî hember rewşa Sûrîye ne bi hêze.
Ji bo guhdarîkirina bawerîya birêz Biroka, vê link ê kilik bike;
Gelo bawerîya te çiye? Tû hevbîrî digel Hoşeng Biroka? Tû dikarî ji mera bi nivîsî, Vê ” Click to Comment” ê kilik bike.
One response to “Helwêstê Amerîkî Hember Sûrîye”
Ez dibîjim eger Amrika bixwazê Rojhilate Navîn fireh bika pêwîste berî hemû karan hevalinye xwe li gel wan mirovên eger li ber Rijîmên Xwînvexwer radibin weke Iran,Tirkya, Sûrya, kokdar û bi Qewet bike da bikaribin wan Rijîmên Dektatoriye Hilweshînin mixabin heya Iroj hevkaryeke birastî diyar nebûye. mînak karê serbazî( Askerî ) li Iraq ê û Afghanstanê ev bûyer mirov li mêjûyê vedgerînin ser deme Vêtnam û Almaniya yan Horûshîma û Nekazakî em naxwazin Bûyerên mîna wan li deverê nû bibin ji aliyen dive em naxwazin mina Lîbiya û Tunis ê ji li deverê rûbidin, em dibîjin heya chi demê af û Axa Gelên kêm netw û dawîmayên Baweryên kevnar wê bêne bin pekirin .