Vegûhasitnên Demokratîk li Sûrîye bi Destê Kê ne?

Posted August 16th, 2011 at 12:04 pm (UTC-5)
1 comment

Li demê ku Tirkîye bi zarê wezîrê derve Davutoglû hişdarîya dawî didet serokê Sûrî Beşar Esed, Wezareta Derve ya Amerîkî bi zarê payvdara wê Victoria Nuland radgihînt ku Amerîka û Tirkîye armancên hevpişk hember Sûrîyê hene, lê her welatekî ji wan dê biryara xwe ya serbixwe û taybet hebit ka çi pêngavan pavêje bo piştrast kirina cîh bi cîh kirina wan armanca.

Nuland dibêjit, armanca wan ya yekê rawestandina tundûtûjîyên li dijî xelkê sivîl e û ya duwê vegûhasitnên demokratîk ên rast û dirust.  Em ji bîr nekin ku maytêkirina leşkerê Tirkî, eger behsê hinek navendên herêmê be, bivetirîn pirse ketibit pêş van du welatan. Ew ne ji ber hindê ye Sûrîye giringî ya abûrî nîne weka Lîbîye bo nimûne, lê bêser û berîya herêmê ya heta radeyekê li jêr kontrolê ye, wê ji dest derkeve û hêşta ne Amrîka û ne Tirkîye ji wê bêser û berîyê re amadeye.

Tirkîye dibêjit wan çi nemaye danûstandina liser bikin di gel Sûrîye û dê dorgirtinên sîyasî û abûrî li ser Dîmeşqê danin. Lê rastî ew e ku gelek alîyên sîyasî li nav û li dervey Sûrîye bawerî bi rolê Tirkîye nîne û hêşta bawer dikin Erdogan divê dostê xwe yê demdirêj Başar Esed rizgar bike.

Her çawa bit ne Washington û ne Ankere nabêjin ka sîmayê vegûhasitnên demokratîk ên rast û dirust, wan li Sûrîye divên, çawan in. Lê bi berêxwedanek, serpê jî be, bo pêkhatê rejîma Esed dîyar dibe ku her gûherînek, ew bi xwe jî bike, dê nemana wê be. Evca kengî Washington û Ankere dê li gora vê rastîyê serederîyê digel Sûrîye bikin û bêjin Esed ‘destan bilind bike.’

Eger çî heta niha piranîya Sûrîyan dibêjin wan nevêt bi maytêkirina bîyanî Esed bê hilanîn, lê rikaberê Sûrî Emar Ebdulhamîd gote Dengê Amerîka, eger Obama, Sarkozy û Erdogan bêjin Esed ‘Barbike’ weke çewa xwepêşanderên Sûrî dibêjin,  dûmahî ya wî bi kêmtirîn xwînriştinê, dê dest pê bike.

Eveye guhertina Sûrî li bendê. Ew bi xwe wê bikaribin vê guhertinê bikin? Nexêr. Çi li pê wê guhertinê tê? Ew babetê wê demî ye!

Em hez dikin bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Vê raportê sebaret rola Kurdan di şoreşa Sûrî de bibîne.

One response to “Vegûhasitnên Demokratîk li Sûrîye bi Destê Kê ne?”

  1. Bi baweriya min divê DYA derheqî pirsgirêrkên li Sûrîyê cûda bifikre, tirkiyê mebestû armancên xwe yên taybet hene wekî Pirsgirêka eskenderûne û amasiyê, her weha pirsa kurdan li sûriyê, Tirkiye qet naxwaze rewsha sûrîya weke ya iraqê ya serdema rûxandina rijêma seddamî ji detxwe bide, dixwaze rewsha gûherînan li sûriyê bikeve jêr kontrola tirkiyê ûkurdên sûriyê nebin xwedî statûyek siyasî weke kurdên Kurdistana iraqê, helbet armanca mayitêkirinên tirkiyê di rewsha sûriya da pirsek stratîjîye ji bo tirkiyê girêdayîpirsa Iranê ye jî.
    Helbet ev Stratîjye dikeve charcheva dû xalan 1-Pirsa Siyasî û Dîrokî 2-Pirsa Mezhebî û baziriya bi Isalam nerim û ya radîkal ve.
    Di vê meselê da dîsan divê mirov kwîr bifikre, raste niha Rijêma B.Esed rijêmeka Totalîtar û dîktature, lê alternatîvên ^vê rijimê jî divê mirov geleke hêvîyên bash jê neke, dibe ku rijêmeka islamî ya radîkal û pashvero jê peyda bibe.
    lê bi her awayî bi dawîhatina rijêmên Totalîtar û dîktator karek giring û herêm dikeve ser riya gûherînên cidî.
    Ez dibînim ji bo van gûherîna li rojhelata navîn û Cîhana Erebî, pêshniyar Biryara DYA dê gelek xwedî bandûr be dema harîkariyên maddî ji wan welatan bibre yên ku rêkxistinên ku dijayetîya Amrîka û cîhana rojava dikin di hûkmî da di beshdarin. Ev birayr dema bikeve pêvajoya praktîze kirinê dê wan welatan nechar bike yan wan rêkxistnan nechar bike..ku li hember berjewendî û siyaseta DYA û rojava ranewestin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.