Ereban çi ji Amerîka divê?

Posted July 29th, 2011 at 2:06 pm (UTC-5)
2 comments

Guherîna giring di sîyaseta Amerîka de hember welatên Erebî û Rojhilata Navîn cihê dilxweşîyê ye. Heta berî demek kurt Amerîka pişta gelek rejîmên dîktator digirt, li ser hesêba mafên gelan jibo jîyanek serfiraz û azad.

Helbet bandora gelek xirab wê sîyasetê ew bû tevgerên radîkal bihêz ketin û rexê wan yê parsenga hêza cemawerî girantir dikir, ji rexê parsenga tevgerên demokrasîxwaz ku roj bo rojê lawaztir dibûn. Bê guman tirsa cîhana demokrasîxwaz ji tevgerên radîkal jî xizmeta dîktatoran dikir û destê wan yê zordar bilindtir dikir.

Evca piştevanîya Amerîka, eger di rêka hêza wê ya nerm ‘dîplomasîyetê’ re be, li gelên Tûnis, Misir, Lîbya, Behrêyn û Sûrîye weka guhertineke mezin tê dîtin. Çimku bi rastî rêbaza Amerîkî di nav navendên cûd cûdayên desthilatê de tê dariştin, ew ne di destê take kes yan take partî yê de ye. Jiber vêna guhertina rêbaza Amerîkî hember her pirsekê yan cihekî pêdivî bi guhertina dîtin û bawerîya wan navenda heye û wê guhertinê jî demek dirêj pêdivê.

Guhertina rêbaza Amerîkî hember welatên Erebî destpê kirîye û ketîye qonaxa yekê. Niha Amerîka dizane êdî piştevanîya dîktatoran şermek mezin e. Li heman dem, ew pênasînê bi rastîya hêza tevgerên radîkal û Îslamî li wan welatan dike, eger çî gelek cûdabîrên sîyasî bawer dikin dîktator bixwe hêz û şîyana wan tevgeran xurt dîyar dikin heya xwe li pişt wan biparêzin.

Di vê parsengê de, hêzên lîberal û nermrê ku bawerî bi demokrasîyê û mafên mirovan heye û heta demek nêzîk qûrbanên sîyasetên Amerîka bûn, dikarin sîstemêm saxlem li wan welatan danin. Lewma, divê navendê dariştina rêbazan li Amerîka xwe pitir bigehînin wan û wan bi gihehînin hev û ji wê erkî re amade bikin çinku qonaxa diwê ji vir destpê dike.

Lê rastîya tehil ew e, ji Amerîka re, erkê amdekirina hêzeke cîgir ji rejîmek dîktatorî re gelekê bi zehmetir e ji kiryareke leşkerî bi mebesta rûxandina wê rejîma dîktator.

Di gel vê rastîyê û hevdem digel şoreşên gelên Erebî jibo reforman, gelek ji navendên sîyasî û sivîlên wan welatan xwe dûrî Amerîka û Rojava radigrin û dibêin ew guhertinan bi alîkarîya bîyanî naxwazin û nimûmeyên Îraqê û Afganîstanê li pêş çav digirin. Evca eger ew hêzên lîberal û nermrê ji tirsa radîkalan û fendementalîziman xwe dûrî Amerîka bikin, ewê ji destê hakimên nû yên welatên xwe carek din binalînin.

Tu, xwedevanê Washingtonname, çi di bêjî?

Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

2 responses to “Ereban çi ji Amerîka divê?”

  1. Kî ji kê çi dixwaze?
    Helbet pirsa „Ereb ji Amerîkayê çi dixwazin?“ di vê demê de, ku „xelkên şoreşê“ di hindek welatên cîhana Erebî de, hindek dîktator rûxandine, û hindekên din jî, hîn di rê de ne, ku biçin heman paşerojê û heman rûxandinê, pirseke pirr giring e.

    Lê bi ya min pirsa ku îroj dikare, li ser asta hemî aliyan, di vê serdema „dewletên kolanan“ de, were kirinê ev e: kî ji kê çi dixwaze?

    Ji wexta ku Filistîn bû du Filistîn(1948), yek ji Cihûyan re, ku navê wê bû Israel, û ya din jî ji Filistîniyan re, ku navê ma Filistîn; ji wan herdu Filistînan û virde, heta roja îroj Ereb(ligel wan Cîhana Islamî) ji Emerîkiyan pirs dikin: „Amerîka çi ji wan dixwaze?“.
    Pirsa „çi ji me dixwazin?“, yek ji giringtirîn „klischee“ên nivîsandina siyasî a bi Erebî ye. Tenê bi tikandinekê di Google de, mirov dikare bi hezaran gotar, mijar, gengeşe û guftûgoyan, li jêr vê klîşê, bixwîne.

    Beramberî, vê klîşêya bi Erebî(çi ji me dixwazin?), helbet klîşêyeke paralel di nivîsandina siyasî a Rojavayî(Emerîka+Ewropa+Israil) de jî heye:
    „Ew, çima ji me nefret dikin?“.
    Ev klişê, piştî 11. Septembera 2001an, bi awayekî zelaltir û bilindtir, bi ser zimanan ket.

    Bi ya min, di navbera van herdu klîşêyên pirs û pirs de, pirseke din a mezintir heye, dikare were kirin, ew jî weha ye: „Kî ji kê çi dixwaze?“

    Ez basa rabirdûya vê pirsê û bersivên wê yên muhtmel nakim. Ez dê tenê hewl bidim, di çarçeweya pirsa „WashingtonNamê” de, ku amdekarê wê rojnamevan Dexîlê Şemo li dar xistiye, hindek bersivên îroj muhtemel, bînim ser ziman.

    Îro roj, di welatên Cîhana Erebî de, ku şoreş di hindek welatan de, li dar û di rê de ne, mirov dikare vê pirsê weha reformule bike: kî çi ji kê dixwaze?
    Emerîka çi ji Ereban dixwaze..û Ereb çi ji wê dixwazin?

    Helbet wek ku di destpêka raporta “WashingtonNamê” de jî hatiye, Amerîka heta duh wek „alîkar û hevkara dîktatoran“ di Cîhana Erebî de, dihate naskirinê. Ev rastiyeke.
    Bê guman, Amerîka ne „weqfeke alîkariyê“ ye, wek ku hindek difikirin yan jî hêvî dikin. Ew, wek dewleteke mezin, di dinyayê de, li berjewendinyên Emerîkiyên xwe, yên mezin û bilind digere: „kî jê re mifa ye, ew bav û bira ye“.
    Ev mantiqê hemî danûstandin û têkiliyên navneteweyî ye.

    Serokê Amerîkayê birêz Barack Obama di gotara xwe a 19.05.11 de, ku arasteyî Cîhana Erebî û „xelkên şoreşên“ wê kir, bi têrûteselî û pirr zelal, helwest û stratîjiya Amerîka a nuh, di Cîhana Erebî a „nuh“ de, eşkere kir.
    Li gorî Obama, stratîjiya Amerîka, ku heta aneha berjewendinyên xwe di berjewendiyên dîktatorên herêmê de, didît û diparast, êdî ev stratîjîiya „kevn“ ligel berjewendiyên Amerîka yên „nuh“, di Cîhana Erebî a „nuh“ de, nema digunce.
    Lewre, Obama eşkere got, ku êdî Amerîka ji aneha û şûnde, dê berjewendiyên xwe li ser bingeha berjewendiyên gelan, li şûna dîktatoran, ava bike.

    Helbet, ne Amerîka ye, û ne jî çu „derveyekî“ din e, ku şoreşên vê dawiyê, ku ji destpêka vê salê û virde, ji Tûnisê heta bi Sûryayê, rû dane, dane vêxistinê.
    Jixwe serok Obama jî, di gotara xwe ya navborî de, ev yek eşkere anî ziman.
    Naxwe li gorî stratîjiya Amerîka ya nuh, êdî berjewendiyên wê dikarin li ser bingeha bejewendiyên gelên herêmê(bi taybetî ew yên şoreşger, ku dixwazin çarenûsa xwe ji destên dîktatoran bibin destên xwe), werin avakirinê.
    Wate, berjewendiyên Amerîka, yên „nuh“(ku bi qasî ew nuh in, hewqasî kevn in jî) û „gorankar“, êdî bi gorankariya herêmê û gelên wê yên gorankar re ne.

    Lê pirsa li vir, ku gereke ji hêla van gelên gorankar û „sergorankarên“ wan ve, hîn were bersivandinê ev e:
    Aya ew heta çi radeyê amade ne, ku bi qasî Amerîka êdî şoreş û gorankariya wan a hêvîkirî, dixwaze, ew jî wê û têkiliya bi wê re, bixwazin?
    Bi qasî Amerîka gorankariya wan dibîne û diecibîne, ew dê çiqasî bikaribin Amerîka bibînin, ji nuh ve bixwînin û biecibînin?

    Paşeroja vê pirsê û bersivandinê wê, bi ya min, bi paşeroja „dewletên kolanan“ yên nuh(dewletên paş şoreşê) ve, girêdayî ye.
    Ev paşeroj jî, rastûxo bi vê pirsa ku di heman demê de, „tirs“ e; ew pirsa/tirsa hemî Rojavayîyan e, ji Ewropa heta bi Amerîka:
    Aya ev gelên şoreşên Erebî yên nuh, dê çiqasî amade bin, ku ji „çanda nefrtkirinê“ herin „çanda demokratîzekrinê“?
    Pirsa, ku dikare heta aneha ciyê tirsê be jî, di paşeroja van gelan de, berî her tiştî, pirsa demokratiyê û avakirina dewleteke medenî a modern e.
    Aya heta kîjan radeyê demokratiya van gelan dê bikaribe zora dîktatoriya wan(dîktaoriya çand, civak, dîn, eşîret..htd.) bibe?
    Heta kîjan radeyê ev gel dikarin bibin hevkarên demokratiya Rojava(Amerîka bi taybetî û Ewropa bi giştî) bi qasî Rojava, ku îroj hevkarê gorankariya wan e?
    Amerîka bi taybetî û Rojava bi giştî baş dizanin ew çi ji Ereban dixwazin, lê tirsa ku heta aneha ciyê vê pirsê ye, ew e, ku hîn Ereb heta bi vê kêlîkê nizanin, çi ji kê, ji xwe, ji hev û ji yên din dixwazin?

  2. Ligel daxwaza lêxweşbûnê Kak Hoşeng, min dereng têbînîya te xist ser Blog.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.