Raste, Demokrasîya Rast û Dirûst Ferhenge

Posted May 10th, 2013 at 2:53 pm (UTC-5)
Leave a comment

Raste, Demokrasîya Rast û Dirûst Ferhenge

Ez bawer dikim Demokrasîyeta rasteqîne ne bi wergirtina hinek mafên kesayetî yan azadîyên vebirîne ye, belku  ew pitir ferhenge, mirov dinav sinurekî cografî de liser perwerde dibe.  Jiber çî min ev bawerî heye? 2 tor û tiba´ên girêdayî serokên Amerîkî li çend rojên borî, ez rakêşam vî babetî;

Yê êkê li demê vekirina pertûkxane û mozexaneya rêzgiritnê li George W. Bush bû, serokê 43 yê Amerîka.

Li vê ahengê 5 serokên hêşta sax di jîyanê de gehiştin hev. Ew weka 5 dost û hevalên lêk nêzîk bun, ne sîyasetvanên kû rojekê di berokên cuda da li pêş hev rawestandine, çi li demê kempênên serokatîya xwe yan jibo piştevanîyê li kandîdên partîya xwe.

Tor û tiba´ê 2 ê, Ahenga salaneya bi navê White House Correspondents association Dinner. Li vê şevê Serok li pêş xanima xwe û mezne karbidestên hikûmetê û bi amadebûna  navdarên Amerîkî (sîyasetvan, hunermend, rojnamevan û werzişvanan) tinaza bixwe dike,  evca bi xanima xwe, dipêra bi alîkarên xwe û navdarên Amerîka.

Piştî serokî, êk ji navdarên Komîdîyê  heneka bi navdaran dike.  Stêra şevê ewe yê pitir tinaze pê têne kirin,, helbet pitirîya cara serok bi xwe ye.

Bi van 2 nimuneyan ez dikarim bêjim, Ew desthilatdarên divên li welatên wan demokrasîyeta rasteqîne hebit, divêt karî bikin ew bibit ferheng lişûna ku ew bazirganîyê bi peyva demokrasî û hinek azadîyên vebirî bikin. Ne bes ev, belkû Ew û malbatên xwe bibin pişkek ji wê ferhengê.

Ev Babet pişkek ji bernama Lihevgihandina Kurda e # 54. Jibo temaşekirina bernamê link ê xwarê kilik bike;

http://www.youtube.com/watch?v=5qlrRm8yjDc

Kurd: Ewropîbûn yan Rojhilatbûn

Posted December 19th, 2012 at 2:15 pm (UTC-5)
Leave a comment

Kurd: Ewropîbûn yan Rojhilatbûn

Berî çend rojan, ez li panêlekê li ser peywendîyên Amerîka û Tirkiyê, vêre li Washington amade bûm, … Jimareke ekadîmîyên Tirik axiftin. Doza Kurd li Tirkiyê gelek ji demê panêlê giritibû…

Tiştê dilê min xweş kirî ew bû, wan baş doza Kurdî fîm kiriye.  Û bi rastî jî eger yek ji me pêdaçonek hûr diket, dê bi heazaran nivîskar, rojnamevan, hunermand û ekadîmîyên dî bibînit, wek van 3 akadîmîyên li binyadê Brookings axiftîn, doza Kurdan rast têgehiştina…

Lê mixabin, ez bibêjim mixabin û hîvîdarim dîtina min ne rast be, “min hest dikir, her carekê yek ji wan ciwamêran rexne li hikumetên Tirkiyê digirt ji ber reftarê wan yê xirab digel Kurdan, yan wan behsê mafên sîyasî yê Kurdan dikir, hinek ji amadebûyên piranîya wan Tirik bûn, Girhê li enîya wan çêdibû!!!”

Lewan, bi rastî ez dixwazim vê peyamê kurt bigehînim Kurdên Bakur, li her astekî yan di her çînekî de bin, sîyasî yan civakî:

Çawa hikumeta Tirkiyê karî diket, mafên Kurdan berteng biket di mafên keltûrî û zimanî de, divê hûn xebatek hember bikin û gelê Tirik têbigehînin ku tenahîya wan qet liser hisêba derdên we Kurdan nabe.

Eger yek ji min re behsê dijatîya Kurdan ji alîyê partîyên sîyasî Tirkiyê ve bike, ez nimûneya Kurdên Îraqê li bîrî tînim. Berî  5-6 salan we dît AKPê Partîya Dad û Pêşvebirinê ya Serekwezîr Erdogan çend bêhin teng bû li hember wan, û niha, jiber berjewendîya ew çend doste?

Evca van 2 rastîyan ji bîr nekin:

Ew xelk partîyan digehînin ser desthelatê û partî li gora berjewendîyan karî dikin û li gor wan amadey gûhertina helwîstane.

Rastîya diwê eve, şere dahatî yê Tirkiyê dê di nêvbera 2 berokan de bit (Ne berokê Tirk û Kurdan) lê berokê Ewropîbûn û Rojhilatbûnê. Erê tu Kurdê bakur dê bikevî kîj wan berokî?

Ev babet pişkek bû ji Bernama TV Lihevgihandina Kurdan jimare 33. Vaye link, hun dikarin li barnamê temaşa bikin.

http://www.youtube.com/watch?v=5i17MUoQ1tk&list=UUqSWDZhHebyjQCn9kM9mJSg&index=1

http://www.dengeamerika.com/media/video/1565011.html

Rizgarkirina Herêmên Kurdan Lezê li Rûxandina Esed dike yan Sergêjîye ji Kurdan re?

Posted August 9th, 2012 at 1:21 pm (UTC-5)
Leave a comment

Rizgarkirina Herêmên Kurdan Lezê li Rûxandina Esed dike yan Sergêjîye ji Kurdan re?

Her kes di wê bawerê deye kû rewşa Kurdên Sûrîyê ne zelale û gelek şareza ditirsn rudanên Kurdistana Îraqê yên salên 1990an li Sûrîyê dûbarebin. Helbet Tirkiye rastewxwe dest di dirustkirina wî destûdarî de hebû.

Niha jî digel valakirina jimareka deverên Kurdan (yan azadkirina wan) ji hêzên ewlekarîya rijêma Esed û bilind kirina alayên Kurdistanê, serekwezîrê Tirkiyê Erdogan çavsorîya dike û dibêje, ‘divê baş zêrevanîya çalakîyên li bakûra Sûrîyê bê kirin.’ Ev wê watayê dide kû Ankerê rê nade Kurd karekî bi heza xwe bikin.

Jiber vêna gelek wesa dibînin kû çalakîyên PYDê ya tagira PKKê li Sûrîyê Ankerê di azirîne û bîyanoyan dide dest Erdogan heta bi hêza çek mayê xwe biket Sûrîyê û bi taybet di herêmên Kurdan de. Lê têgihiştina rolê Tirkiye li van çend salên dawî di herêmê de, yek têdigihe kû Kurd qenc bin yan xirab, Tirkiye her dest vala namîne piştî nemana rijêma Esed. Lê bê guman serederîya wê digel Kurdên Sûrîyê aloz nabe bi qasî serederîya digel Kurdên Îraqê.

 Di leystika herêmê da, Kurd bûne yarîzan!

Me bivê, me nevê, Tirkiyê şerê Sûrîyê birêve dibe; bi perê welatên Kendavî; bi pîrozbahîya Amerîka; bo qelskirina Îranê; kontirolkirina petrol herêmê û bikarînana wê bo bersîngkirtina Rojava. Helbet Kurd jî bûne parçeka vê zincîrê piştî serokê Herêma Kurdistana Îraqê bi eşkereyî gotê, ew rahênanê bi Kurdên Sûrîyê dikin di herêma xwe da, û ew bi çekve vedgerînin Sûrîyê.

Pirsyar eve, gelo ew çek wê li hember kêbe?

Eger jibo rûxandina rijêma Esede, eve sîyasetvanên Kurdên Sûrî bixe dibêjin, eger herêma wan azad be ya blindest be, ew qet lezê li rûxandina rijêmê nake. (Guh li gotinên Çêgirê Sekretêrê Partîya Yekêtîya Kurd birêz Hesen Salih bigire)

Eger ew çek jibo derxistina Erebên Xemir e, ewên rijêma Esed înaîn ser erd û saman û gûndên Kurdan li salên 1970an, jixwe wan Ereban gelek jêder hene jibo çekê girantir.

Lê eger ew çek lidijî nehezên Ankerê be (her ew mebesta yekem û dawîye), gelek caran Tirkiyê bixwe ji wê mebestê re Kurd çekkirine û Kurdan jî li şûna Turkan şer kirîye. Jiber vêna serederîya digel Kurdên Sûrîyê ji Ankerê re nabe sergêjîyî.

Evca gelo Kurdên Sûrî dê xwe bi dest Tirkiyê ve berdin yan dê têkelîyan jibo berjewendîyên dû alî bi wan re ava bilin?

Erê tu çi pêşbîn dikî?

Dîsan Kurdistana Serbixwe

Posted April 17th, 2012 at 7:19 pm (UTC-5)
3 comments

Dîsan Kurdistana Serbixwe

Çi deman wek van rojan rêberên Kurd ne gotîye, me Kurdistana serbixwe navê. Lê dîsan li çi deman wek van rojan, ev qas behsê şîyana damezrandina dewleta Kurdî dinav Kurdan de nehatîye kirn. Dîyare ev bixwe pêngavek başe di qonaxên amadekarîyên gel de berev mezintirîn xewna niştimanî ya Kurdî.

Serokê Îraqê Jalal Talabanî gotîye telvizyona El Cezîre, ew bawernaket li paşerojeka nêzîk dewleta Kurdî bêt damezrandin. Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî jî gote rojnamevana, herêma Kurdistanê beşeke ji Îraqê ye û ew girêdayî destûra Îraqê ne.

Gur û germîya vê kêşvekêşa çend mehan di gotina Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî de bû dema çavsorî li serekwezîrê Îraqê Nurî Malikî kirîn kû eger kêşeyên herdû alîyan çeresernebin, eve ew dê vegerte gelê Kurd heta ew biryara xwe bide. Helbet eger biryar di destê gelê Kurd de be, ew ji serxwebûnê kêmtir qayîl nabe.  Lê mucadele dawî nehatîye.

Ji wê rojê were bersivên Malikî gelekê ji gotinên Barzanî tundtir bune. Eger çî hemû alî dizanin kêşeyên navbera Îraqa navendî û herêmê de yên 9 sala ne. Malikî jî destpêkirîye behsê pawankirina desthelatê û dahatê herêmê dike. Çinkû mantalitîya desthelatê di dîroka Îraqê de wesa çoye serê, dema yek çavsorîya bike yê din dest bi hêrîşan dike.

Ev yarî ji  Malikî re gelek xweşe û girjîya digel Kurdan jiber Haşimî di qazanca wî deye, heta Kurd karta gûhertina hikumetê bikarneînin. Ew kart eger hatiba bikarînan çavsorîbû li Malikî ne ragihandina Kurdistana serbixwe. Pêşwext Malikî dizanî peyamê Serok Obama û mezine karbidestên dî yên Armerîkî ji Barzanî re wê ev be: bi danûstandinan kêşeyan digel Bexdayê çareserbike û Seraya Spî berê xwe dide dostanîya digel Kurdan weka pişkeka Îraqa yekgirtî.

Her çawa be, gelê Kurd weka rêberên xwe ji encamên ragihandina Kurdistana serbixwe na tirsin û hêşta gelek Kurd wesa bawer dikin serokê herêmê dê wê ragihandinê bide. Eger piranîya wan axaftina Barzanî li Washington ne bihîstbe dema gotîye jimareka mezina revenda Kurdî, her dê rojek hebe dewleta Kurdî bêt ragihandin, lê renge em ne bînin.

Ez ji dostên Washingtonname dixwazim van pisyarên mezintir jixwe bikin: erê ew Kurdistana serbixwe dê her ew parçeya di Îraqê de be? Eger her ew parçe bû, wê rizgar bibe?  Kî ji dostên Kurdan wê werin pêş bo piştevanîy?  Ev pisyar niha li bîra min tên, gelo pisyarên te çine?

Bo gihandina pisyarên xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Sûrîye û Rastîyên Sîyasetvan Çavên Xwe Jê Digirin

Posted February 16th, 2012 at 3:33 pm (UTC-5)
Leave a comment

Sûrîye û Rastîyên Sîyasetvan Çavên Xwe Jê Digirin

Piştî cote vîtoya li Civata Ewlekarîyê, navendên hizrî û vekolînan li Washington li bijaran digerin bo rawestandina xwînriştinê li Sûrîye. Çinku vîtokirina biryara serederîyê digel rijêma Esed destê wê berda pitir hêza leşkerî lidijî xelkê xwe bikarbînit, li wan navendên hizrî u vekolîna bijara leşkerî tête pêş. Navendên sîyasî û xudan biryar, eger wê hizrê jî bikin, lê bi eşkereyî maytêkirina leşkerî hêşta nexistine nav bijareyan.  

Dû rastî hene rêberên xudan desthelat li cîhanê çavên xwe jê digrin dema sînaryoyan bi rêzdikin bo ladana rijêma Esed. Ya yekê, gelê Sûrî biryar daye êdî rijêma Esed hukmî li wan neke. Çinkû bi rastî şaşîya mezin ewe xelkê Sûrî careka dî lijêr sîbera wênayên (2 Esed an) bijîn piştî van hemû guherînên herêmê û cîhanê û dawîya Mubarek û Qezafî. Ya diwê, rijêmeka bi awayê rijêma Esed, ne xwe di guhere, ne bawerî bi demokrasîyê heye û ne amadeye bi opozisyonê re rune, bi hêza çekî nebe ji desthilatê dernakeve.

Mixabin ew hêza çekî li cem gelê Sûrî, yê 50 sale rehîneya rewşa awarte, peyda nabe. Lewan, bi bawerîya min divê Rojava û welatên Erebî ewên bi hîvî ne zû dawîya rijêma Esed bi bînin, bi eşkereyî bêjin eve emê hevbendîyeka leşkerî pêkbînin li şuna hinartina çavdêran yan pêkînana komela dostên gelê Sûrî.

Eger dîtina min ne raste, ji min re bêje şirove kirina rast çîye.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî.  Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Tirkiyê Zaroyê Sûre yê Amerîka

Posted January 26th, 2012 at 8:03 pm (UTC-5)
Leave a comment

Tirkiyê Zaroyê Sûre yê Amerîka

Van rojan xelkê gundê Roboskê yê devera Şirnexê çileya 34 xortên xwe dikin. Ew xortên, jîyê wan 13 heta 28 salîyê, di hêrîşên firokên Tirkiyê de li 28/12/2011 ê hatin kuştin li demekî cîhanê amadekarîyên sala nû dikir. Kuştina wan, ya dewletê gotî bi şaştî bû, bi bê dengî derbaz bu. Vekolîna dewletê Serorkwezîr Recep Teyyib Erdogan tengav nekir, lê wî biryar da pera bide kesûkarên qurbanîyan.

Rast e bê dengî ne ya Amerîka bitenê bû, lê gotina Amerîka li cîhanê pitir tê bihîstin.

Evca çima kuştinkarîyek di nav Tirkiyê de bi bê dengî derbaz dibe? Kurt û kirmac, jiber ku Tirkiyê bûye zarokê sûre yê Amerîka. Zarokê sûre jî bi awirekê zîz dibe, tûre dibe û dest bi giryanê dike û eger bavê çavê xwe lê sor kir, ewê karekî xirab bi xwe bike. Evca jiber rewşa ne tenah ya herêmê û bi taybet jiber doseya Îranê, Amerîka naxwaze Tirkiyê sergêjiyekê dirust bike.

Ne ji tirsa hidê bû Ankara milê xwe bidet milê Tehranê, Amerîka kuştina Kurdan di hêrîşa firokên Tirkiyê de şermezar nekir.  Lê rastî ew e ji demê AKP, partîya bi rehên Îslamî di helbijartinan de serketinan tîne, Tirikye bûye zarokê sûre yê Amerîka. Eger eve jî nebit, rolê girîngtir yê Tirikyê li cîhana Îslamê hê nehatîye.

Ev têgihiştine liser astên bilind û nizmên karmendên hikûmetê ye li Washington. Gelek jiwan, bo nimune, berî navê Kurdistanê bînin, li dor û piştên xwe mêze dikin, newek Tirkek guh lê bibe. Tu bêjî wana, li nav Tirkiyê peyva Kurdistan tê gotin, partîyên Kurdî hene, parlemantarên Kurd hene û televizyona dewletê bi zimanê Kurdî heye, ewê bêjin, nexeme, lê em bêjin û ji me guhlêbin, Tirk wê aciz bin!

Zêdebarî rastîya ku Amerîka dehan care şaştîyên dezgehên xwe şermezar dike, ev e ne cara yekê ye ew xwe ji pirensîpên xwe la dide bo xatra vî zarokê xwe yê sûre. Lewma li vî welatê sûre hinek serhatîyên ecêbî dibin û divê kes pirsyar neke ka çi dibe.

Sê rojan berî kuştinkarîya Roboskê, çar kiloxên dî yên serên mirovan ji bin erdê di navendeka kevna JIMET ê de hatin dîtin û jimara kiloxên serê mirovan di du heftîyan de li wê derê hatîn dîtin, gihişt 23 yan. Gelo eger kes nepirse ka ew kiloxên serên kê ne, kî bipirse qehramanê ew gencîne di wir de veşartî, kî ye?

Heta niha ji Tirkiyê re û ji AKP ê re çûye serî.  Eger heta niha wan şîyabit qirkirina Armenîyan înkar bikin û hemê berjewendîyên dewleta xwe ya hevçerx bi Fransiyan re pavêjin avê, çinkû Fransîyan înkarkirina jenosîdê wek tawan daye naskirin, ewê bi sanahî bi karibin doza tevaya gelê Kurd bi terorê ve peywendî dar dike û welatek wek Amerîka çavê xwe ji tawanên dewleta Tirkiye bigire. ­­­­­­­­­

Eger dîtina min ne raste, ji min re bêje şirove kirina rast çîye.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî.  Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Tirkîye: Endametîya Komkara Erebî li Şûna Ziro Problem

Posted December 1st, 2011 at 4:16 pm (UTC-5)
2 comments

Bi ragihandina dorgirtina aborî li dijî hikûmeta Esed, darêjerê Sîyaseta ‘‘Ziro Problem’’ ya Tirkîye digel welatên dor û ber, Ahmed Dawudoglu bixwe Tirkîye jiser wê rêbazê lada.

Eger çî rêberên xwuîngermên Tirkîye zêde şanazî bi wê rêbaza xwe ya nerim dikir, lê wan baş dizanî eve berpisyarîyeka zêde mezine û renge ew nikaribin heta demek dirêj xwe bêxin bin barê wê. Wan dizanî kêşeyên herêma wan divêt têde serkêş bin pirî alozî û cudahî ye, Tirkîye nikare hember wan bêlayen be.

Min bixwe digote wê rêbaza Tirkîye, Sîyaseta ‘’Ziro Şer.’’ Çinkû eger em problimên Tirkîye digel Ewrupîyan, Iranê, Armenistanê, Îsraîlê û li dawî di gel Kurdan bihejmêrin, emê dinav wan de winda bin.

Lê bi bawerîya min ladan ji wê rêbazê ne gelek xema rêberên Tirikîya ye kû xwe ji rêka geşekirina abûrî qet lanade.  Belkû qazanca herî mezin a Bûhara Ereban gihandî Turkan ew bû, Sûrîya gelek bi sanahî cihê xwe di Komkara Erebî de ji Tirkîya re vala kir.

Ma qey ne ecîbîye Dawudoglu di kombûna Komkarê de fermana bidet Ereban heta mezintirîn biryarê di dîroka Komkarê de bidin?

Eger dîtina min ne raste, ji min re bêje şirove kirina rast çîye.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî.  Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Nunerek Kurd, ne Welatê Serbixwe, li N.Y !

Posted September 29th, 2011 at 3:02 pm (UTC-5)
3 comments

Piştî pênasînê bi Başûra Sûdanê weka welatek serbixwe li 14 Tîrmeha 2011, Civata Tenahîya Netewên Yêkgirtî yekem pêngava bi fermî avêt heta miştûmiran li ser endametîya Felistînê di N.Y de weka WELATEK SERBIXWE bike. Ebu Mazin, Felistînîyan û tevaya cîhanê gotina Obama bihîst emê VÎTOY ê bikarbînin li dij her biryarekê pênasînê bi dewleta Felistînê bike.

Eger biryarek wesa tengasî ji Obama û tevaya Amerîkîyan re dirust bike, jiber xwevedizînê ji sozên dayîn Ereban, lê her kes têdigîhe kû encamê dewleyet serbixwe ya Felistînîyan wê sergêjîyek mezintir be. Çinku dewletên nû bi helbijartinan tên avakirin û eger Felistînî bi helbijartinan desthelatê bi êkcarî nede Hemas, ewê Hemas bikin şerîkê xwedî pişka mezin.

Her çawa be Felistînîyên dehan sale erdê wan dagîrkirî gelekê li pêş Kurda ne.  Ji sala 1974ê were wan nûnerê çavdêr li N.Y heye û îsal gihiştin qonaxa daxwaz kirina dewleta serbixwe. Evca bisyara ez jixwe dikim, berî her kesî dî, eve: Wê çibe eger rêberekî Kurd karî bike jibo ku Kurdan nûner li N.Y hebe? Erê nemana Sedam û dîktaorên qurbanî bûhara Ereban cîyopolitîka Kurdistanê ne guhertîye?

Jibilî Turkiye, çi ji welatên dijatîya hebûna dewlet yan her hebûnek sîyasî ji Kurdan re dikin, karîgerîya xwe li qada sîyasî ya cîhanê maye? Xo welatên zilhêzên cîhanê êdî strana bi bejin û bala dîktatorên Ereb na bêjin, rijêma Sûrî neheze, û demokratxwazên cîhanê di cavê melayên Îranê de bedkarin.

Gelo eger rêberên Kurd, li her parçeka Kurdistanê, derketin û gotin me, ne welatê serbixwe, belkû nûnerekî çavdêr li N.Y divê, Turkiye wê helwîsta xwe hember Kurdan biguhere?

Eger em berê xwe bidîn bendên N.Y,  gelek rêk hene heta miletekî bê dewlet yan rêkxistîyek bikaribe daxwazek wesa bike. Bitaybet di rêka rêkxistîyên N.Y ewên li Kurdistanê kar dikin û part û sazîyên Kurdî bi awayek rastûrast hevkarîyê digel wan dikin.

Bi rastî ez bi van gotinan rexneyê li serkirdên Kurd nagirim, lê ez pisyara dikim û li bendê me êk bersiveka rastbîn bide min.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

 

Pend ji 11ê Septemberê

Posted September 6th, 2011 at 3:51 pm (UTC-5)
Leave a comment

Jî Amerîkîyan re, bihayê serneketina sîyaseta ciwankirina wêneyê Amerîka di cîhanê de, ne kêmitire ji zîyanên 11 Septemberê bixwse.

Rêveberiya Bush qet guhneda darêjerên rêbazên nermên Amerîka weka bersivê ji wan hêrîşan re û dest bi dû şerên bê dumahî kir bi navê parastina niştimanîya Amerîka û her bi wî navî gera diwê ya serokatîyê bir.

Obama li wan rêbazên nerim xwedî derket. Lê nêzîke gera wî ya yekê bi dawî were û mixabin berhemê wê rêbazê hêşta xirşe.

Tevî xercîya giran ji kûrka Amerîkîyan di dû şeran de û jidestdana can û jîyana hezaran xortên Amerîkî di Îraq û Afganistanê de, hêşta xema Amerîkîyan parastine û berevanîkirine ji bihayên azadî û demokrasîya ew liser fêr bune û liser perwerde bune.

Deh salan piştî wê derba mezina bi wan ketî, Amerîkîyan, bi saya pêşketinên xwe di warên teknolojî û zanyarîyan de, Bin Ladin li Pakistanê kuşt. Lê Amerîkî ne piştrastin ka eger bihayên Amerîka yê di azadî û demokrasî û jîyana bi serbilindî de, wê rê nedin adolojiyên Bin Ladin di buhara Ereban de şîn bibineve.

 

Gelek ew xortên buhara Ereban av didin idî’a dikin tirsa Rojava ji bizavên radîkalên Îslamî yên bi awayê Al-Qaide, ne di cihê xwe daye yan mezin kirîye, lê ew nikarin piştrast bikin civakên wan, piştî nemana rijêmên Amerîka mezin kirîn, wê heta çendê amade bin bera wan radîkala bidin.

Eger Amerîkîyan ev amadebune dî, tirs û dûdilî li cem wan namîne dema  sîyasetên xwe yên derve dadirêjin bi mebesta dostanîya gelên cîhana Musilam.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Vegûhasitnên Demokratîk li Sûrîye bi Destê Kê ne?

Posted August 16th, 2011 at 12:04 pm (UTC-5)
1 comment

Li demê ku Tirkîye bi zarê wezîrê derve Davutoglû hişdarîya dawî didet serokê Sûrî Beşar Esed, Wezareta Derve ya Amerîkî bi zarê payvdara wê Victoria Nuland radgihînt ku Amerîka û Tirkîye armancên hevpişk hember Sûrîyê hene, lê her welatekî ji wan dê biryara xwe ya serbixwe û taybet hebit ka çi pêngavan pavêje bo piştrast kirina cîh bi cîh kirina wan armanca.

Nuland dibêjit, armanca wan ya yekê rawestandina tundûtûjîyên li dijî xelkê sivîl e û ya duwê vegûhasitnên demokratîk ên rast û dirust.  Em ji bîr nekin ku maytêkirina leşkerê Tirkî, eger behsê hinek navendên herêmê be, bivetirîn pirse ketibit pêş van du welatan. Ew ne ji ber hindê ye Sûrîye giringî ya abûrî nîne weka Lîbîye bo nimûne, lê bêser û berîya herêmê ya heta radeyekê li jêr kontrolê ye, wê ji dest derkeve û hêşta ne Amrîka û ne Tirkîye ji wê bêser û berîyê re amadeye.

Tirkîye dibêjit wan çi nemaye danûstandina liser bikin di gel Sûrîye û dê dorgirtinên sîyasî û abûrî li ser Dîmeşqê danin. Lê rastî ew e ku gelek alîyên sîyasî li nav û li dervey Sûrîye bawerî bi rolê Tirkîye nîne û hêşta bawer dikin Erdogan divê dostê xwe yê demdirêj Başar Esed rizgar bike.

Her çawa bit ne Washington û ne Ankere nabêjin ka sîmayê vegûhasitnên demokratîk ên rast û dirust, wan li Sûrîye divên, çawan in. Lê bi berêxwedanek, serpê jî be, bo pêkhatê rejîma Esed dîyar dibe ku her gûherînek, ew bi xwe jî bike, dê nemana wê be. Evca kengî Washington û Ankere dê li gora vê rastîyê serederîyê digel Sûrîye bikin û bêjin Esed ‘destan bilind bike.’

Eger çî heta niha piranîya Sûrîyan dibêjin wan nevêt bi maytêkirina bîyanî Esed bê hilanîn, lê rikaberê Sûrî Emar Ebdulhamîd gote Dengê Amerîka, eger Obama, Sarkozy û Erdogan bêjin Esed ‘Barbike’ weke çewa xwepêşanderên Sûrî dibêjin,  dûmahî ya wî bi kêmtirîn xwînriştinê, dê dest pê bike.

Eveye guhertina Sûrî li bendê. Ew bi xwe wê bikaribin vê guhertinê bikin? Nexêr. Çi li pê wê guhertinê tê? Ew babetê wê demî ye!

Em hez dikin bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Vê raportê sebaret rola Kurdan di şoreşa Sûrî de bibîne.

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.